Mêr ku li qatekê bi cih dibe, jin li qata jê bilindtir bi cih dibe û gava ku dikeve qata dawî,jin dikeve nav ewran.Mêr ji jinê dixaze e nemire. Bi hêrs lê dike qîrîn: - Tenê mirî ji te hez nakin!Mîna kalekî ku ji nişka ve kamyon li bin guhê wî bixe û libên tizbiya wî yeko yeko li ser riyan belav bibin wisa... Salên temenê mêr jî di nav destên jinê de belawela dibin.Helîm Yûsiv, di çîrokên xwe de gotinan tazî dike.